Artêşa Tirk û komên xwe yên çete cardin gundewarê bakur-rojhilatê Minbicê kirin armanc.
Têkildarî êrîş û topbaranê Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku duh êvarê leşkerên artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata herêm ketober topbaran kir.
Meclisê da xuyakirin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker di vê topbarana xwe de taybet gûndên Hoşeriyê û Catê yên dikevin bakur-rojhilatê bajar bi hawnan kirin armanc.