15 Rojin xelkê Mexmûrê li ber xwe didin

Leşkerên Iraqê hîna dora wargeha Mexmûrê bernedane.
Xelkên wargehê jî dijî têlkirin û dorpêçê 15 rojin berdewam dike.

Xelkê wargehê 15 rojin bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de ne.

Her wiha leşkerên Iraqê jî bi israrin û hewl didin, derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin.

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê duh bi şev jî di konên berxwedanê de ne.

Heya siharê nobed girtin û heya niha ev berxwedanî dewam dike.

Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de xwest ku derdora Wargeha (Mexmûr) bi têlan bigre.

Di danê êvariya 20’ê Gulanê de Hêzên Iraqê bi çekan êrişî xelkê Wargeha Mexmûrê kirin.

Xelkê Wargeha Mexmûrê jî bi keviran bersiva wan da.

Di encama gulebarana artêşa Iraqê de ciwanê bi navê Ehmed Emer Mijînî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.

Parlamenterê Iraqî: Divê xelkê wargeha Mexmûrê werin parastin

Back to top button