Erdogan li herêmên cuda yên Kurdistanê welatiyên sivîl û Misilman qetil dike.
Îslama siyasî Başûr jî bi navê misilmantiyê Erdogan diparêze.
Nivîskar Letîf Fatîh Ferec li dijî vê yekê bertek nîşan da û got:
Ev parastin şerm e.
Nivîskar Letîf Fatîh derbarê mijarê de nêrînên xwe bi ajansa Rojnews re parve kir û got:
“Li Tirkiyeyê, ji beriya 30 salan bi Kurdî axivîn heram bû.
Lê niha Kurd ji vê zilm û zordariyê re dibêjin na!
Derket holê ku Kurd bi ser ketine û karîne xwe ji Tirkiyeya faşîst veqetînin.
Lê ew hîna jî li ser desthilatdariyê ye û dikare êş û zererê bide gelê me.
Pênc salên pêşiya me, pênc salên din ên têkoşîna Kurdan e.”
Letîf Fatîh destnîşan kir ku Tirkiye Misilman û malbatên wan qetil dike..
Niha jî Îslama siyasî Başûr jî bi navê misilmantiyê Erdogan diparêze
Bi navê dîn piştevanîkirina Erdogan, têgihiştinek ehmeqî ye.
Ji bo wê şermeke mezine..