Nûnerên Şengalê planên li ser Şengalê red kirin

Nûnerên Rêveberiya Xwesera a Şengalê digel nûnerên Kildan û Aşuriyên Deşta Ninowayê civiyan û lihevkirina PDK-Bexdayê red kirin.

Piştî civînê Serokê Yekîtiya Bês Nehreyn a Nîştimanî Yusif Yaqub diyar kir ku wan digek PADÊ li ser pêkanîna karên hevbeş axivîn.

Yusif Yaqub da zanîn her biryarek li ser deverên ku dikevin nava madeya 140’an de ger ne bi razîbûna pêkhateyên wê be, nayê pejirandin.

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê ya Ewropayê Fikret Digre jî got:

“Me nexşerêyek diyar kir, di dema pêş de em ê bi berfirehî li ser giftugo bikin.”

Fikret Digre destnîşan kir lihevkirina PDK-Bexda ya li ser Şengalê bêrêziyeke li beramberî Êzidiyan û pêkhateyên din hatiye kirin, ev biryar ne yasayî ye.

Back to top button