Li Fransayê, agir bi avahiyeke penaberan ket, di ancamê de, 8 kes birîndar bûn.
Duh li kolana Marc Séguin a navçeya 18’emîn a paytexta Fransa Parîsê, agir bi avahiyeke penaberan ket.
Li gorî agahiyan, agir ji mutbexa hevpar dest pê kir û di demeke kurt de li avahiyê bi giştî belav bû.
Di encamê şewatê de, 8 kes birîndar bûne.
Her wiha ji ber metirsiya agir, 360 kes ji avahiyê hatin veguhastin.