PKK’ê: Di sala 44. ya PKK’ê de emê pêngava ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê diyar kir ewê bi boneya meha Mijdarê ya sala 44. ya avabûna PKK’ê Pêngava Dem Dema Azadiyê ye ya ji bo azadiya Rêber Apo li her qadê mezin bikin.
PKK’ê êrişa li dijî Yûsiv, Mihemed û Mazlûm Gulo şermezar kir û got, “Em ê tola vê êrişa nemerdane teqez hilînîn.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya salvegera 43. ya damezrandina partiyê û pêngava Dem Dema Azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Apo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PKK’ê di serî de salvegera avakirinê li Rêber Apo, gelê Kurd yê welatparêz, kadro û hêzên şoreşger û demokratîk pîroz kir û di şexsê Heqî Karer de hemû şehîdên tevgera azadiyê bi taybetî şehîdên meha Mijdarê Seyît Riza û hevalên wî, Kazim Aydin, Yilmaz Dêrsim, Delal Amed, Azê Malazgîrt, Şîlan Kobanê, Reşîd Serdar, Kerîm Şirnex û Heqî Ûrfa, bibîranîn.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku di nava têkoşîna nîv sedsalî de hemû meh, hefte û rojan şehîd hatine dayîn û wiha hate gotin,

“PKK partiya Rêbertî û ya Şehîdan e. Rêber Apo gotiye ‘PKK partiyeke şehîdan e û şehîd PKK’yî ne’ Meha Mijdarê ya ku meha partiyê ye jî ji serî heta binî bi şehîdên qehreman tijî ye.

Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca şehîdên xwe yên qehreman û jiyîna bîranîna wan pêk bînin.”

PKK’ê destnîşan kir her roja meha Mijdarê de jî şehîdên nemir çêbûne û wiha dewam kir,

“Divê em ji bîr nekin ku yên me gihandine vê serdemê û îradeya têkoşîn û jiyana azad dane me şehîdên me yên leheng in. Şehîdên me yên leheng ku bi rengê fedaiyîtiyê bi xeta Apocî, jiyana azad û welatparêziya Kurdistanê ve hate girêdan, her tiştên ku pêwîstiya me pê heye, didin me.”

PKK’ê: Divê gel, jin û ciwan li her qadê 27’ê Mijdarê Cejna Partiyê bi coş pîroz bikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bang li jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd yê welatparêz kir ku tevahiya meha Mijdarê bi çalakiyên cuda şehîdan bi bîr bînin û têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li her qadê mezin bikin.

PKK’ê her wiha bang li jin û ciwan gel kir ku 27’ê Mijdarê Cejna Partiyê li her qadê bi coş û heyecaneke mezin pîroz bikin!

PKK’ê: Tola êrişa nemerdane ya li dijî malbata Gulo teqez wê bê hilanîn

Komîteya Rêveber a PKK’ê êrişa li dijî Yûsiv, Mihemed û Mazlûm Gulo jî şermezar kir û got,

“Dostê dilsoz ê Rêber Apo Şehîd Yûsiv Gulo, Şehîd Mihemed û Mazlûm Gulo bi rêz û hezkirin bi bîr tînin. Di serî de malbata Gulo em êşa gelê me yê Rojava û tevahiya gelê Kurd parve dikin. Em dibêjin ku tola vê êrişa nemerdane wê teqez bê hilanîn. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li şehîdên mezin derkevin.”

Back to top button