Şerê Hemas û Îsraîlê 123 roj li pey xwe hişt

Şerê Hemas û Îsraîlê 123 roj li pey xwe hişt.
Di nava 24 seetên dawiyê de li Xezayê 107 kesên din hatin kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû eşkere kir, heta ku ew lîderên Hemasê tune nekin ew şer bi dawî nakin.

Şerê Hemas û Îsraîlê 123 roj li pey xwe hişt û rojane encama şer giran dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê têkildarî encama êrişên 24 seetên dawiyê daxuyanî da.

Li xezayê di nava 24 seetan de 107 kesên din hatin kuştin

Di daxuyaniya wezaretê de tê diyar kirin hêzên Îsraîlê li Şerîda Xezayê 12 komkujiyên din pêk anîn û di encamê de 107 kes hatin kuştin, 143 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di êrişên 123 rojan yên Îsraîlê de li Xezayê hejmara kesên mirin derket 27 hezar 585 û ya birîndaran jî derket 66 hezar 978 kesan.

Tê gotin cenazeyên bi sedan kesan hê jî di bin xirbeyan de ne.

Hat diyar kirin ji ber şer û êrişan mîlyonek 900 hezar kes ji Xezayê derketine, tenê derdora 400 hezar kes mane.

Netanyahû: Heta em lîderên Hemasê tune nekin em şer bi dawî nakin

Li aliyê din, di vê dema ku li ser agirbestekê niqaş tên kirin de Îsraîl li plana êrişên nû datîne.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant diyar kirin ku hedefa Îsraîlê ew e ku temamî bi serbikeve.

Netanyahû diyar kir armanca ew e ku Yehya Sinwar û lîderên din yên Hemasê tune bikin û şer heta herêma Refahê berfireh bikin û got,

“Heta ku em lîderên rêxistinê bê bandor nekin, em destûrê nadin ku şer bi dawî bibe.”

Şerê li Xezayê bi dijwarî didome

Back to top button