Şerê li Ukrayna: Hêzên Rûs li dijî oteleke li Xarkîvê êriş pêk anîn

Di van rojên dawiyê de şerê li Ukraynayê careke din giran buye û tê gotin êrişên Rûsyayê zêde bûne.
Hêzên Rûsyayê li dijî oteleke li bajarê Xarkîvê êriş pêk anîn û avahiya sê qat hilweşiya.

Di van rojên dawiyê de êrişên hêzên Rûs yên li Ûkraynayê careke din zêde bûne.

Rayedarên Ukraynayê eşkere kirin, îro di seetên sibê de hêzên Rûs li dijî oteleke li Xarkîvê êriş pêk anîn.

Walîyê Xarkîvê Oleh Sinegubov ku têkildarî mijarê daxuyanî da, ragihand di encama êrişê de oteleke sê qat hilweşiyaye.

Hat diyar kirin sê kes ji bin xirbeyan hatine derxistin û kesek jî di bin de maye.

Hat diyar kirin otela ku êriş lê hatiye kirin, li bajarokê Zoloçiv ku nêzîkî 40 km dûrî bajêre.

Bajarê Xarkîvê ji destpêkirina êrişên Rûsyayê yên sibata 2022’an ên li dijî Ukraynayê, gelek caran rastî êrişan hatiye.

Di van rojên dawiyê de jî hêzên Rûs gelek caran li dijî vî bajarî êriş pêk anîne.

Hat diyar kirin di nava 24 seetên dawiyê de jî hêzên Ukrayna li dijî depoyên cebilxaneyan û bendên kontrolê yên Rûsyayê êriş pêk anîne.

Hat gotin Rûsyayê jî 7 êrişên bi moşekan, 25 êrişên hewayî, bi giştî 52 êriş pêk anîne.

Her wiha hate diyar kirin hêzên Rûs li dijî devereke Xarkîvê jî herî kêm 8 êriş pêk anîne û hate gotin hêzên Ûkraynayê bersiva êrişan dane.

Ukrayna: Rûsya bajarê Xarkîvê ji bo xwe girîng dibîne

Fermandarekî artêşa Ukraynayê yê bi navê Ihor Romanenko diyar kir bajarê Xarkîvê ji bo Rûsya berî her tiştî tê û got,

“Pûtîn bajarekî ku bi Rûsî diaxive dixwaze bike beşek ji Rûsyayê.”

Di di nava meha Çileyê de li dijî bajarê Xarkîvê êrişên dijwar hatin kirin.

Destpêka mehê Rûsyayê bi moşekên hîpersonîk û çekên din yên giran li dijî bajar êrişeke giran pêk anîbûn, di encamê de 4 kes miribûn, 92 kes jî birîndar bûbûn.

Dawiya meha Çileyê jî di êrişa bi moşekan ya hêzên Rûs de avahiyek bi temamî hilweşiya, di encamê de 10 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.

Roja duşemê jî Fermandariya Giştî ya Artêşa Ukraynayê ragihand ku ji seranserî eniyên pêş êrişên Rûsyayê zêde bûne.

Zelensky serdana yekîneyên li eniyên pêş kir

Back to top button