Şervanên Berxwedana Rûmetê: Em ê bajêr ji dagirkeran re nehêlin

Şervanên ku beşdarî berxwedana Rûmetê bûne dibêjin dewleta Tirk hemû çekên giran û yên qedexekirî li hember gelê Serê Kaniyê bi kar anî. Şervanan piştrast kir ku ew ê deverên dagirkirî ji dagirkeran re nehêlin û dê rizgar bikin. 

Sibe salvegera 3. a êrişên dewleta Tirk li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ye.

Ev êriş bûn sedema koçberbûna 300 hezar kesî û şehîdbûna bi sedan kes.

Wê demê QSD’ê li hember êrişan bêdeng nema û bersiva wan jî da.

Berxwedana li hember êrişan bi “Berxwedana Rûmetê” hate binavkirin.

Dîsa gelên herêmê li hember çekên qedexe yên navneteweyî sekinîn.

Û destaneke nû di dîroka berxwedanê de nivîsandin.

Şervanên ku beşdarî vê destana lehengiyê bûne, behsa wan rojan dikin.

Fermandar Demhat Serêkaniyê li ser wan rojan axivî û hemû hemû şehîd bi bîr anî.

Demhat Serêkaniyê bi van gotinan behsa qehremaniya hevalên xwe dike.

Demhat dibêje Tirkiyê nikarîbû li ser erdê bê pêşberî me, ji ber wê bi balafiran êriş kir.

Demhat Serêkaniyê piştrast kir ku ew ê Serê Kaniyê ji dagirkeran re nehêlin.

Goran anî ziman ku dewleta Tirk li hember gel her cure çekên giran bi kar anî.

Goran Serêkaniyê careke din soza rizgarkirina deverên dagirkirî nû kir.

Back to top button