Pedersen: Pêwîstiya Sûriyê bi agirbestê heye

Ji bo gel karibe xwe li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê biparêze, Nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen îşaret bi girîngiya agirbestê li Sûriyê kir û anî ziman ku “ji bo pêkanîna hêviya gelê Sûriyê, ew ê ji bo mirovahiyê bixebitin û destekê bidin avakirina baweriyê”. 

Duh Nûnerê taybet ê Sûriyê Geir Pedersen di semînerekê de ku ji aliyê Meclisa Ewlehiyê ya NY ve bi rêya videoyê re hate pêşkêşkirin, axivî.

Nûnerê taybet ê Sûriyê banga agirbestê li ser asta niştimanî dubare kir û anî ziman ku ji ber êrîşan wê koçberî çêbibe.

Pedersen got:

Berî vîrûsa Coronaye belav bibe, me nikarîbû rewş kontrol bikira, êdî niha wê rewş çawa be.”

Pedersen destnîşan kir ku “wan li gel komeke sereke, xebatên hêsankirina pêşveçûna siyasî û parastina agirbestê nirxandine”.

Geir Pedersen: Li Sûriyê xeteriya vegera DAIŞ’ê li Holê ye

Nûnerê taybet ê Sûriyê da zanîn ku li bakurê Sûrî, aramiyeke lawaz û xetereyên gûrkirina şer li holê heye, mîna vegera çeteyên DAIŞ’ê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Homs û Şamê.

Tevî ragihandina hejmareke kêm a nexweşên vîrûsa Coronayê li tevahî Sûriyê jî, Pedersen teqezî li ser girîngiya şopandina rewşê di nava hefteyên pêş de kir.

Geir Pedersen: Pêwistiya Sûriyê bi alîkriya Tendurstiyî heye

Li gorî Pedersen, sîstema lênerîna tenduristiyê li hindek herêman ne baş e û li deverine din jî hilweşandî ye.

Li ser vê jî, îşaret bi girîngiya gihaştina alîkariyên mirovî kir.

Geir Pedersen: Ji bo pêkanîna hêviyên gelên Sûrî, divê xebat bê kirin

Li gorî nûnerê NY, aloziya Sûrî bi awayekî leşkerî çareser nabe, ji lewma Pedersen di dawiyê de wiha got:

“Divê em ji bo mirovahiya hevbeş bixebitin, destekê bidin avakirina baweriyê, da ku ber bi lihevkirineke siyasî ve biçin ku karibe hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne.”

Back to top button