Wezareta Hundir a Almanyayê eşkere kir ku, wan rêxistina Hizbullaha Libnanî xiste lîsteya terorê û wê li ser axa xwe boykott kirine.
Wezaretê diyar kir ku “vê sibê leşker û polîsên Alman çalakiyek li dijî kesên bi guman û girêdayî vê rêxistinê pêk anî û hinek ji wan girtin”.
Li gorî rayedarên ewlekariyê, zêdetirî hezar kesên girêdayî Hizbullahê li Almanyayê hene.
2019an, Meclisa Giştî ya Brîtanî biryara boykottkirina Hizbullahê dabû, her wiha NY, Kanada, Netherlands û Komkara Welatên Ereb jî ev rêxistin xistine lîsteya terorê.