Li Efrînê çeteyan kalekî 74 salî ji Meydankê kuşt

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirinên dermirovî li dijî şêniyan pêk tînin.. Çeteyan kalemêrek li Meydankê ya Şera kuşt û yekî din jî li şiyê revandin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, bîlançoya temenmezinên ku ji destpêka dagirkirina Efrînê hatine kuştin û revandin, eşkere kir.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, ragihand ku “çeteyên ‘Sultan Murad’ kalê bi navê Elî Mihemed Ehmed ê 74 salî li Meydankê ya Şerayê kuşt.

Li gorî Navendê, çeteyan we bi bihaneya ku rê nedaye wan pezê xwe di zeviyên wî de biçêrînin, êrîşî kirinê.

Navendê da zanîn ku “çeteyan kalê temenmezin êşkence kirine û ji ber birînên di serê wî de, miriye”.

Çeteyan kalekî din jî ji Şiyê revand

Malpera Çalakvanên Efrînê jî, ragihand ku “çeteyên ‘El-Emşet’ Fewzî Ehmed Daxî yê 70 salî ji navçeya Şiyê revand”.

Çete temenmezinên li Efrînê direvînin û dikujin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî, bîlançoyek der barê revandin û kuştina kesên temenmezin amade kir.

Li gor Navendê, 25’ê Tebaxa 2019’an çeteyan kal û pîrek li taxa Eşrefiyê ya li navenda bajêr kuştin û mala wan desteser kirin.

5’ê Mijdara 2019’an, çeteyan êrîşî mala Silêman Hemko yê 73 li gundê Ke’îni Kewrikê yê Cindirêsê kir, ew û hevjîna wî kuştin.

9’ê Îlona 2019’an jî çeteyan, sivîlê bi navê Mihemed Umer Hemdûş ê 73 salî yê ji navçeya Mabata revandin û bi giranî êşkence kirin.

12’ê Tîrmeha 2018’an jî şêniyên gundê Beradê yê Şêrewa cenazeyê Hemdî Ebdo yê 70 salî û hevjîna wî li Siltanê Xelî Nasro li çola gund dîtin.

Hat zanîn, Hemdî piştî ku ling û destekî wî hatibû jêkirin, ew û hevjîna xwe bi êşkenceyê kuştibûn.

12’ê Tîrmeha 2018’an çeteyan êrîşî temenmezinên li gundê Ibêdan ê Bilbilê kirin û ji wan pere xwestin.

Li taxa Mehmudiyê ya navenda bajêr, çeteyan êrîşî mala jineke temenmezin kirin û mala wê desteser kirin.

Çeteyan li gundê Birc Ebdalo jî jineke temenmezin kuşt, 7 milyon LS û zêrên wê dizîn.

Li gundê Basûtê jî çeteyan, Xelîl Elî Xalid ê 57 salî revand.

Sivîlê bi navê Elî Qilindir ê 80 salî dema pezê xwe diçêrand hat kuştin.

Li navçeya Bilbilê jî çeteyan Şêxî Simo yê 65 salî êşkence kirin.

Back to top button