Kongra Star, banga danûstandinê li hêzên Kurdistanî kir

Koordînasyona Kongra Star jî der barê aloziya ku PDK’ê li Zîne Wertê derxistiye de, daxuyaniyek da.. Kongrê bang li hêzên Kurdistanî kir ku “bi gotûbêj û danûstandinan pirsgirêkan çareser bikin”. 

Koordînasyona Kongra Star têkildarî aloziya Zînî Wertê, ku ji ber şandina hêzeke pêşmergeyên PDK’ê rû da, daxuyaniyek da.

Kongra Star di destpêka daxuyaniya xwe de, hersê jinên Kurd ên li Mexmûr û kesên li herêma Zînî Wertê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anî û kirinên dagir şermezar kir.

Kogrê diyar kir ku “bûyerên ji ber bicihbûna hêzên PDK’ê li herêma Zînî Wertê rû dan, di nava raya giştî ya demokratîk de, dibin sedema tirs û fikaran” û got:

“Gelekî eşkere ye ku ev bûyer nirxên gelê Kurd hedef digire.

Eger pêşî li vê hewldanê neyê girtin, bingeha dagirkeriyê ku ji bo dewleta Tirk hatiye vekirin, wê mayînde bibe û li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibe”.

Di daxuyaniyê de, Kongrê helwesta gelê Başûrê Kurdistanê yê li hember planên hevbeş ên PDK û dewleta Tirk li Zînê Wertê jî sekinînin, silav kir.

Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de bang li hêzên Kurdistanî û demokratîk kir ku “ev polîtîkayên qirker yên dewleta Tirk, eşkere bikin û vê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî bilind bikin”.

Back to top button