Endamên Tevgera Azadî derbarê roja vejîna 15’ê Tebaxê de gotin ku ev roj bû sedema Kurd zindî bibin û têkoşîna xwe dewam bikin.
Endamê Tevgera Azadî Îbrahîm Mihemed diyar kir ku teqandina guleya yekem bû sedem ku têkoşîn dewam bike û hêza Kurd geş bibe.
Mihemed di dawiyê de bang li kurdan kir ku yekîtiya xwe çêbikin ji ber ku bi parçebûnê wê serkeftin misoger nebe û wiha anî ziman :
”Divê Gelê Kurd xwe bi rêxistin bike, bibe yek û berê xwe bide sekeftinê.”
Endama Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadî Sara Reza jî da zanîn ku 15’ê Tebaxê ji bo jinan, Kurdên azad, gelên bindest, rojek roniye.
Sara got :” Li seranserê cîhanê ti kes weke Rêber APO ji bo doza jinan kar nekiriye .
Îro jin di warê siyasî, civakî, dîplomasî, aborî û leşkerî de pêşengtiyê dikin û têdikoşin.”
Sara Reza dawiyê de bang li jinan kir ku bi hêza xwe xwedî li vê têkoşînê derbikevin, divê jinên Başûr nasnameya xwe carek din binasîn û xwedî li mafên xwe derbikevîn.