Îro 1’ê Gulanê ye. Cejna karkera a Cîhanê ye..
Bi vê boneyê û ji bo pîrozkirina rojê, li seranserî bajarên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên cur be cur hatin li dar xistin.
Di çalakiyan de hat diyar kir ku çîna kedkaran stûna welêt û bingeha sereke ya pêşxistina civakan in.
Li seranserî bajarên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi boneya Roja Karkeran a Cîhanê çalakî hatin li darxistin.
Li barjarê Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî meşek heta çerxerêya Sonî pêk hat.
Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metîna hatin berzkirin.
Şêniyên navçeya Amûdê jî meş li darxistin û bi navê Yekitiya Kedkaran daxuyanî hat dayîn.
Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê jî bi heman boneyê meşek li darxist û daxuyaniyk da.
Li Dêrikê meş ji Qada Azadî dest pê kir û heta sûka bajêr dewam kir.
Kesên axivîn hêvî kir ku ev roj ji bo gelên azadîxwaz bibe roja aştiyê.
Meşa li navçey Girkê Legê jî heta konê ciwanan a ji bo ragihandina seferberiyê dewam kir.
Piştî meşê, kesên axivîn 1’ê Gulanê pîroz kirin û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.
Şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê jî meşek li darxistin.
Di mitîngê de Cejna Karkeran a Cîhanê li hemû karkerên Rojava û cîhanê hat pîroz kirin.
Li kobanê jî yekîtiya kadkaran û tevgera kuministên şoreşger bi daxuyaniyan 1’ê Gulanê pîroz kirin…
Bi sedan karker, şênî û endamên saziyan li Reqayê heta ber bi çemê Firatê meşiyan.
“Divê erîşên li ser herêmên me werin rawestandin”
Rêxistinên civaka sivîl û yekîtiya kedkarên li Şehbayê jî bi daxuyaniyê 1’ê Gulanê pîroz kir.
Bi sedan şêniyên Helebê meşek li dar xistin
Bi henan boneyê li taxa şêxmeqsûd a helebê bi silogana “bi giyana şoreşa karker û kedkaran em ê zilim û dogmatîzmê têk bibin” meşek hat li darxistin..