Li gundewraê Idlibê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Li gundewarên Idlibê, di êrîşên hêzên hikumeta Şamê li ser nuqteyên çeteyên Tirk de 2 çete hatin kuştin. Çavdêriya Sûrî jî ragihand ku Nîsana borî li sûriyê 100 sivîl hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê êrîşî nuqteyeke çeteyên dewleta Tirk a li bajarokê El-Bara ya Idlibê kir, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Li eniyên gundê Afis yê bakurê bajarok Seraqibê jî hêzê hikumetê çeteyekî kuşt.

Li gorî navendê, piştî van êrîşan çeteyan jî xalên hêzên hikumetê yên li Cebel El-Ekrad a li Laziqiyê bi mûşekan armanc kirin.

Hêzên hikumetê gundewarê Quneytîrayê topbaran kirin

Li gundewarên Quneytîrayê, çekdarên nenas êrişî bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta Şamê a nêzî sînorê bi Colana dagirkirî re kir.

Çavdêriyê diyar kir ku bi wê hincetê hikumeta Şamê, bajarokê Um Batina yê gundewarên Quneytîrayê bi moşekan topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî: Meha Nîsanê li tevahiya Sûriyê 100 sivîl hat kuştin

Li aliyekî din, çavdêriya Sûrî eşker kir ku meha Nîsana derbasbûyî, li tevahiya Sûriyê 289 kes hatine kuştin, ji wan 100 sivîl di nav de 18 zarok û 9 jin in.

Back to top button