Dagirkeran gundên Şêrawa ya Efrînê topbaran kir

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê jî bê navber dewam dikin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, vê sibehê, êrîşî gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya Efîrnê, kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê ji bejahî ve û bi çekên giran êrîşî gundên Meyasê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, kirin.

Ev êrîş hemwextî topbarana wê a li ser gundê Meyasê û Birc Qas ên navçeya Şêrawayê, pêk hat.

Duh bi şev jî, heman dagirkerî, gundê Dêr Cemal Eyndeqnê û Minix ên Şehbayê heta derengiya şevê topbaran kiribû.

Li gorî ajansa ANHA’yê navenda Efrînê bi 4 topên muşekan hatibûn armanckirin, 2 top li pêşiya hola Efrîn a ser rêya gundê Kefer Şêl û 2 li kolana wergirtina mazotê ya navenda bajar ketin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên, duh di seatên şevê de jî gundê Soxanekê, Bênê, Merenaz û Malîkiyê yên navçeya Şêrawa topbaran kirin.

Li dijî van êrîşan xelkên gundê Binê nerîna xwe anîn ziman û êrîş şermezar kirin.

Back to top button