Meclisa Rûspiyên Hesekê û Meclisa Rûspiyên Herêma Rojhilat li Qamişlo îro bi du daxuyaniyên cuda, qutkirina ava Feratê ji aliyê dewleta Tirk û bêdendiya civaka navnetewî ya li hember vê yekê şermezar kir.
Meclisên Rûspiyên Hesekê û Qamişlo tekez kir ku dewleta tirk bi vê siyaseta xwe ya ku di serî de gelên herêmê zirarê jê dibîne, hemû hevpeynmanên navnetewî bin pê dike.
Rûspiyên Hesekê û Qamişlo da zanîn ku Dewleta Tirk bi qutkirina ava Firatê jiyana bi milyonan kes li Sûriyê û Îraqê dixe xeteriyê û ger bi vê siyaseta xwe dewam bike dê herêm bi keraseteke mirovî rû bi rû bimîne.
Rûspiyan di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civak û rûxistinên navneteweyî kir ku sînoran ji kiryarên Erdogan re deynin.