“Dewleta Tirk hemû qanûnên mafên mirovan binpê dike”

Şêxê qebîleya El Wedle ya Tebqayê Hemid El Ferec anî ziman ku heta pêkanîna azadiya Rêber Ocalan ew ê li ber xwe bidin.

Hamid El Ferec tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wekî derqanûnî wesif kir û got:

“Tu dewleteke li cîhanê bi vê şêweyî nêzîkî girtiyan nabe.

Lê dewleta Tirk di girtîgehên xwe de hemû qanûn û mîsaqan û mafên mirovan binpê dike.”

El Ferec bal kişand ku dewleta Tirk hemû daxwazan red dike..

Bêdengiya rêxistinên mafên mirovan hevkariya wan bi dewleta Tirk re nîşan dide.

Hamid El Ferec bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku qanûnan bi cih bînin..

Back to top button