Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxwiyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya vê însyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyeyê dikin.
Partiya Sûriya Pêşerojê di daxwiyaniyê de got:
“Însyatîfa Rêveberiya Xweser rêya xilasiya Sûriye û nexşerêya Sûriyeya Pêşerojê ye.”
Partiyê piştrast kir ku însyatîf hêviyên gelê me pêk tîne..
Partiyê bang li hemû aliyan û hêzên nîştimanî yên dilsoz ên Sûriyeyê kir da ku bi hev re kar bikin..
Em hemû li hember berpirsyariyên mezin in.
Divê her kes bê îstîsna, van berpirsyariyan pêk bînin.”