Insiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyê

Ji bo bidawîbûna şer û aloziya Sûriyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Însiyatîfa Çareserkirina Aloziya Sûriyê ragihand.
Tê de tekez dike ew ji bo çareserkairina aloziyê amade ye bi hemû aliyan re danûstandinan bike.
Û bang li hikumeta Sûriyê û hemû hêzên niştîmanî yên demokratîk kir ku bersiva însiyatîfa wan bidin. 

12 sal bi ser şer û aloziya Sûriyê re derbas bûne û heta niha ti çareseriyeke guncaw ji aloziyê re nehat dîtin.

Ji bo vê Rêvebriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Însiyatîfa Çareserkirina Aloziya Sûriyê ragihand û tê de wiha got:

“Ji bo peydakirina çareseriyeke aştiyane û demokratîk ji aloziya li welatê me Sûriyê re; em dest bi vê însiyatîfê dikin da ku êş û zehmetiyên bi milyonan gelê xwe, bi dawî bikin.

Gelê me yê Sûriyê nabe ku di nava vê rewşa mirovî ya xerab de asê bimîne.”

Rêveberiya Xweser ragihand tu encam ji însiyatîf û platformên navneteweyî ji bo çareserkirinê bi dest neketin û sedem jî wiha vegot:

1- Nirxandin û şîrovekirina rast ji aloziya Sûriyê re tune bûn.
2- Bernameyên çareseriya aştiyane û demokratîk nehatin derxistin.
3- Hemû hêzên çalak ên Sûriyê di diyalogê de ne beşdar bûn.

Ji bo vê Rêvebriya Xweser tekez kir divê çareseriya aloziyê ji hundir ve were dîtin û divê hikumeta Sûriyê helwesteke berpirs diyar bike.

Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziyê 9 xal diyar kirin û wiha rêz kir:

1- Em ji bo hevdîtina bi hikumeta Sûriyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyê re ji bo dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re amade ne.
2-Divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi rêya bawerî û itîrafa bi mafên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol ku civaka sûrî ji wan pêk tê, beşdar bibin.
3-Bi rêya tecrubeya sîstema demokratîk a li herêmên me hat teqezkirin ku ev nimûne têrê dike ku bibe bingeha sereke ya gihaştina çareserkirina aloziya Sûsriyê.
4-Em teqez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyê werin belavkirin.
5-Rêveberiya Xweser amade ye gelê Sûriyê ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne hembêz bike û werbigire.
6-Em teqez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî terorê de li dijî rêxistinên terorîst ên DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û wê berdewam bike.
7- Divê dewleta Tirk dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê bi dawî bike, emdixwazin bi Tirkiyê û hemû welatên derdor û gelên wan re bi aştî bijîn.
8- Em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî, hemû hêzên navneteweyî dikin ku roleke erênî û bi bandor di peydakirina çareseriyeke hevbeş de bilîzin.
9-Em ji bo çareserkirina aloziyê vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin û bang li her kesî dikin ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin.

Dawiyê Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Sûriyê û hemû hêzên niştîmanî yên demokratîk kir ku bersiva Însiyatîfê bidin, aloziyê bi dawî bikin û ji bo jinûve-avakirina welatê xwe li hev bikin.

Back to top button