Kesayetên Hewlêrê: Serketina HDP’ê serketina me ye

Parêzer û mamostayên parêzgeha Hewlêrê jî piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anîn ziman û gotin:
“Seftina HDP’ê, tê wateya serkeftina me. “

Mamosta Ebdulrehman Mihemed di destpêkê piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anî ziman û got:

“Serkeftina HDP’ê tê wateya serkeftina me

HDP, li Tirkiyeyê hêzek mezin û bi bandore.

Di hilbijartina vê carê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de Erdogan û AKP dê têk biçe.

Ji bo durxistina Erdogan ji desthilatê, HDP’ê di hilbijartinan de xwedî rolek giring e.”

Parêzer Necmedîn Heme Seîd di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû:

“HDP, li Tirkiyeyê nûnertiya gelê Kurd û pêkhateyên din dike.

Lazime hemû alî pişgiriya HDP’ê bikin da ku serkeftinek mezin bi dest bixe.”

Back to top button