Xelkê Silêmaniyê êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Xelkê Silêmaniyê li dijî êrişên Tirkiyê bertek nîşan dan û banga rêgirtina li ber êrişan kirin.

Xelkê Silêmaniyê derbarê êrişa dewleta Tirk a li dijî Silêmaniyê de axivîn û bertek nîşan dan.

Jina bi navê Newar Hisên diyarkir ku Kurdan hertim hewl daye bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike.

Lê Tirkiye weke dewletek dagirker her dem êrişên xwe zêdetir kiriye.

Newar dibêje; “Ger Tirkiyê bi rêya aştiyê êrişên xwe nesekinîne, divê tedbîrên cuda li hemberî wî werin girtin.”

Emîne Ehmed jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman û got: ”Ev ne cara yekê ye ku Tirkiyê êriş dike.

Kurd bi êrişan çavtirsandî nabin, eger hezaran carên din jî êriş bikin, wê Kurd dev ji netewa xwe bernedin.”

Emîne da zanîn ku dewleta Tirk ji yekîtiya Kurdan ditirse ji bo wê jî êrişa dawî ya li Silêmaniyê pêk anî.

Emîne piştrast kir ku ew ê bi ti awayî xwe radestî dagirkeriya Tirk nakin.

Back to top button