Nivîskar û lêkolînerên li herêmê ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.
Nivîskar Mihemed Hisên hebûna çeteyên DAIŞ’ê li girtîgehan berpirsyariya dewletên cîhanê ye û got:
“Divê dewlet hemwelatiyên xwe yên tevli DAIŞ’ê bûne, wergirin û li ser erda xwe wan dadgeh bikin.
An jî li Bakur û Rojhilatê Sûrî li gorî qanûnên navneteweyî dadgehên navneteweyî ava bikin.”
Mihemed Hisên balkişand ser aliyên ku destekê didin DAIŞ û diyar kir ku divê ev alî werin darizandin.
Nivîskar Ekrem Derwîş jî îşaret bi êrişên DAIŞ’ê yên dawî li dijî girtîgeha Sînaa kir û got:
“Xwestin bi vê êrişê projeya Rêveberiya Xweser, ewlehî û aramiya li herêmê têk bibin.”
Mihemed Hisên û Ekrem Derwîş ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir.