Şêniyên bajarokê Qeladizê ya Raperînê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kurdistanê şermezar kir. Şengaliyan jî diyar kirin ku ew ê li hember êrişan li ber xwe bidin û dev ji Şengalê bernedain. Her wiha endamê KNK’ê Şukirlah Hemedemîn û parlamenter YNK’ê Ebas Fetah bang li hikumeta Başûr û Iraqê kir ku li hember van êrişan serweriya xakê biparêzin.
1’ê Sibatê dewleta Tirk balafiên şer Şengal, Wargeha Mexmûr û Dêrika Rojavayê Kurdistanê bombebebaran kir.
Ji wê rojê ve li hember van êrişên hov Kurd li her deverê bi hêrs in û ji bo şermezarkirinê her li qadan in.
Di vê çerçoveyê de li bajaroka Qeladizê ya Raperînê welatiyan ev êriş bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li wir daxuyaniyek hat xwendin û têde berpirsyartiya van êrişan hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê hat dîtin.
Şengalî: Em dev ji şengalê bernadin
Xelkê Şengalê jî êrişên Tirkiyê şermezar kirin û diyar kir ku her çiqasî êriş hebin jî ew dev ji Şengalê bernadin.
Şukirlah Hemedemî: Bêdengiya Iraq û Başûrê Krdistanê sedema êrişan e
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şukirlah Hemedemîn jî derbarê mijarê de axivî û got:
Dewleta Tirk êrişî xelkê sivîl û herêmên wan dike. Bi vê dixwaze şikestina xwe di warê siyasî, leşkerî û aborî de veşêre.
Sedema van êrişan bêdengiya hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê ye.’
Ebas Fetah: Divê hikûmetên Iraq û Başûr serweriya xakê bipqarêzin
Her wiha parlamenter Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê Ebas Fetah li ser êrişan ev tişt anî ziman:
“Armanca Tirkiyeyê zelale, Tirkiye me weke dijminê xwe dibîne.
Ev der xaka Kurdane û yên ku êrişî wan hatine kirin jî Kurdin.”
Ebas Fetah bang li hikumeta Başûr û Iraqê kir ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û serweriya xakê biparêzin.