Gencîneya Amerîkî cezayên aborî li 3 kesayet û 16 saziyan birîn

Wezareta Gencîneya Amerîkî duh cezayên nû li 3 kesayet û 16 saziyên Îranî ku 2 ji wan li jêr kontrola Ayatullah Elî Xamneyî de ne, birîn.

Di nava cezayên Amerîkî de, Serokê Desteya Erkana Heşdî Şebî ya Iraqî Ebdulezîz El-Mehmedawî “Ebû Fedek” cihê xwe girtiye.

Îna borî jî Wezareta Gencîneya Amerîkî cezayên aborî bi tawana binpêkirina mafên mirovan û hêsankirina êrîşên terorîstan, li Serokê Desteya Heşda Şabî ya Iraqî Falih El-Feyad birîbûn.

Wezîrê Gencîneyê Steven Mnuchin di vê derbarê de da xuyakirin ku, ew ê cezakirina kujer û binpêkerên mafên mirovan ên bi ser Îranê ve bidomînin.

Back to top button