Buroya Jinan a Şaredariya Gel a Reqayê kargeha madeyên paqijiyê vekir û ji bo jinan derfetên kar ava kir.
Ev proje di 8ê Mijdara sala borî de li kolana sûka Hedîd a li taxa Rimêlê bi lêçûna 4 hezar dolar hate vekirin.
Projeyên bi vî rengî li herêmê pir kêm in û ji bo jinan jî tecrubeya yekemîn e.
3 jin li kargehê dixebitin, jê yek rêveber e û pispora vê xebatê ye û 2 jinên dîtir jî karker in.
Têkildarî mijarê, Endama Rêveber a Buroya Jinên Reqayê Ewatif Îsa destnîşan kir ku ji reka wan derfên kara ji jinan re dabîn bikin.