Ehmed El-Mismarî: Dewleta Tirk ji Lîbyayê dernakeve

Berdevkê artêşa Lîbyayê diyar kir ku dewleta Tirk ji Lîbyayê dernakeve û hîna hêzên xwe li baregeha Watiye kom dike.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî piştrast kir ku, Enqere ne bi danû standinan û ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve.

Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirk ji bo dabînkirina baregeha Watiye ku bi temamî ketiye bin kontrola wê, hêzên xwe li wir kom dike û tevgera wê li Misratayû jî heye.

El-Mismarî bi bîr xist ku keştiyeke leşkerî ya Tirkiyê di 4ê Çileyê de derbasî bendera El-Xims bûye û piştî çend saetan jî jê derketiye.

Duh bi şev, Komîteya Şêwirê ya Komxebata Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê bi armanca temamkirina çareserkirina dozên nakok ên girêdayî pîvanên diyarkirina desthilata rêveber a yekgirtî, civîna xwe li Cinêvê li dar xist.

Back to top button