8 kesên ku li dijî derengdana mûçeyan derketibûn, bi sûcê handanê hîn girtî ne

Dadgeha Dihokê, bi destberiya (kefalet) 2 milyon dînarên Iraqî, biryara berdana 12 girtiyan da. 8 kes jî hîna binçavkirî ne. 

Tevî duh dadgeha Dihokê bi destberiya 2 milyon dînarên Iraqî biryara berdana 12 girtiyên bi sûcê beşdarbûna xwepêşandanê da jî, hîn 8 kes bi sûcê handanê binçavkirî mane.

16 Gulanê, ji aliyê koma ‘Kanî Paşkewt’ ve, xwepêşandanek li dijî derengdana mûçeyên mamoste û karmendan pêk hat ku tê de bêtirî 100 kesî hatin girtin.

Back to top button