Hevseroka MSD’ê Emîna Omer li gundê Ebtax ê Til Hemîsê, bi êlên El-Bû Salim re civiya û ji siyasetên jihevxistina yekîtiya gelan hişyarî da. Emîna Omer her wiha teqezî li ser hevgirtina gelê herêmê li dijî dagirkeriyê kir.
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi koordîneya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD, bi Rûspiyên êla El-Bû Salim û êlên din re, li gundê Ebtex ê navçeya Til Hemîsê re civînek li dar xist.
Destpêkê, şêx û rûspiyên êla El-Bû Salim û êlên Ereb rewşa xizmetguzarî, ji av, kehrebe û nan nîqaş kirna û daxwaza çareseriyê li şandeyê kir.
Rûspiyan, piştgirî û baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser û hêzên xwe yên QSD’ê re anîn ziman.
Di civînê de, Hevseroka MSD’ê Emîna Omer axivî û diyar kir ku “ji bo pirsgirêkên xizmitguzarî û rewşa aborî ya herêmê, ew di nava hewldanên dîtina çareseriyê de ne”.
Emîna Omer: Divê em ji planên qirêj hişyar bin
Emîna Omer bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk li herêmê û rikberiyên li pêşiya wan bi taybet saneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê û got:
Hin dixwazin yekîtiya me û ya êlên herêmê ji hev bixin.
Bi taybet, bi rêya leşkerkirina zarokên êlan û şandina wan bo şerê Lîbya, Yemenê û hwd..
Lewma, divê em ji van siyasetan hişyar bin û em ji rêya xwe dernekevin.
Hevseroka MSD’ê îşaret bi rola êlên herêmê di pêkanîna aştiyê de kir û teqezî li ser hevgirtina êlan di nava projeya netewa demokratîk û yekîtiya gelan kir.
Berî du rojan jî, li gundê Qertiba bi êlên Tey re civiya bûn û li daxwazên wan guhdarî kiribûn..
Tê payîn, ev rêzecivîn dewam bikin.