Naftali Bennett: Îran dest bi vekişandina hêzên xwe ji sûriyê kiriye

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê yê ku dema erka wî bi dawî bûye Naftali Bennett, îdia kir ku Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye. 

Bennett diyar kir kir ku divê fişara li ser Îranê berdewam bike yan jî wê rewş were guhertin.

Wezîrê Îsraîlî got:

“Îran, karê xwe gelekî li Sûriyê kêm kiriye û dest bi valakirina hinek baregehên xwe kiriye.

Tevî vê vekişînê jî, madem mijar hîna di destê me de ye, divê em karê xwe temam bikin û bibin serî.

Lê çevdêrên herêmî dibêjin, tiştekî wisa nîne, berovajî wê Îran hêzên xwe zêdetir dike.

Back to top button