Beşar El-Ceferî: Dewleta Tirk, piştgiriya bi çeteyan re dewam dike

Nûnerê Sûrî yê “NY” Beşar El-Ceferî teqez kir ku piştgiriya Tirkiyê bi rêxistinên terorîst re dewam dike û sûcên şer pêk tîne. 

El-Ceferî, der barê rewşa Sûrî de, beşdarî civîneke-vîdyoyî ya Konseya Ewlekariyê bû û destnîşan kir ku “Tirkiye lihevkirin û biryaran binpê dike”.

El-Ceferî diyar kir, dewleta Tirk ji bo zêdetir sûcan bike, ji rewşa vîrûsa coroan sûd girt û çeteyên xwe ji nû ve bi rêxistin û çek kir.

Nûnerê Sûrî yê “NY” anî ziman ku hebûna hêzên biyanî li ser xaka Sûrî, bi erêkirina hikûmetê, dagirkerî ye.

Beşar El-Ceferî, qutkirina ava stasyona Elok a Serê Kaniyê jî, ku dewleta Tirk av ji ser bi sedhezaran şênî qut kiriye, weke sûcekî şer-mirovî bi nav kir.

Ji bo vê jî, El-Ceferî mixabîniya xwe ji hewlest û bêdengiya rêxstinên “NY” û civaka navneteweyî der barê binpêkirinên dewleta Tirk de anî ziman.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close