Xilûsî Akar: Zehmet e em ji kirîna S-400 vegerin

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Xilûsî Akar diyar kir, ku pir zehmet e welatê wî ji kirîna pergala parastinê ya Rûsî S-400 vegere.

Xilûsî Akar Teqez kir ku ji bo wergirtina nifşekî din ji vê pergalê, Tirkiye niha danûstandinan bi Rûsyayê re dike.

Enqere bi vê yekê, hêrsa Amerîka û gefên wê yên ji ber kirîna pergala Rûsî, paşguh dike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka berya niha, ji ber kirîna pergala S-400, ceza li desteya Pîşesaziyên Parastinê ya Tirkiyê û serokê wê Ismaîl Demîr birîbû.

Back to top button