Li dijî êrişên deweleta Tirk a dagirer ên li ser herêmê, çalakî û berxwedana gelên herêmê zêde dibe. Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn, êriş hatin şermezarkirin û banga girtina qada ezmanî ya herêmê li pêş balafirên dewleta Tirk hate kirin.
Çalakiyên gel ên bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina qada ezmanî ya herêmê, dewam dikin.
Çalakiya konvedanê ya li pêş navenda Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê, di roja 2’an dewam dike.
Îro endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC), Kongra Star a şaxê navçeya Amûdê û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişloyê beşdar bûn.
Di çalakiyê de Endama rêveber a Kongra Star a Amûdê Mira Zoro axivî û wiha got:
“Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku rêxistinên ku behsa mafên mirovan dikin, bi erka xwe rabin û soz û peymanên xwe bi cih bînin.”
Her wiha endamê PYD’ê ya Qamişlo Faris Xelo jî êrişên deweleta Tirk li ser herêmê û hedefgirtina zarok, jin û şehîdxistina wan şermezar kir.
Faris bang li êxistinên mafên mirovan, YE, rêxistinên civaka sivîl û Koalîsyona Navneteweyî kir ku sîrnorekî ji êrişên dewleta Tirk re deyînin û qada ezmanî ya herêmê bigirin.
Şêniyên Tilkoçer jî li dijî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê daketin qadan û meşiyan.
Meş li pêş kolana şaredariya gel a li navçeyê veguherî mîtîngê.
Li wir endamê Meclisa Gel a Til Koçerê Salih Kino daxuyaniyek da.
Salih Kino diyar kir ku êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê bi armanca têk birina ewlehî û aramiyai herêmê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hêzên cîhanî hat kirin ku qada ezmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.
Her wiha Meclisa Civaka Ermenî ya li Hesekê jî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên cîhanî li dijî êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, hat şermezar kirin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî, NY û rêxisitnên mafê mirovan hate kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.