Bi gurbûna şerê li rojavayê welêt re, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî zêde dike. Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birin ser gundên Girê Spî û Til Temirê.
Îro di saetên şevê de, leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê gundên Um El-Kêf û Til Cuma yên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bi obusan topbaran kir.
Îro di saetên êvarî de jî dagirkeriya dewleta Tirk gundê Silîp ê Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.
Derbarê encamên topbaranan de agahî nehatin bidestxistin.