Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya ku li navçeya Elbak a Wanê hate lidarxistin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev daxuyanî dabû:
“4’ê Mijdarê li ser rêya ber bi qereqola Xwelînkê ya li navçeya Elbakê, bi rêbaza sabotajê li wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Reo hate xistin.
Di ecama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin.
Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola hevrêyên meYûsûf Pîrosî, Şoreş û Deyndar hate lidarxistin.”
Gerîlayên YJA starê 4'ê Mijdarê li navçeya Elbak a Wanê çalakiyeke sabotajê li dijî wesayîteke leşkerî ya dagirkeriya tirk pêk anî.
Di ecama çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. pic.twitter.com/8Pd8CCksHL
— Ronahi tv (@tvronahi) January 28, 2024