Dewleta Tirk tevî hebûna leşkerî ya hikûmeta Iraqê dîsa derkarê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker êrîş û bombebarana li ser Başûrê kurdistan didomîne. Artêşa dagirker îro dîsa bajarokê Derkarê yê bajarê Zaxoyê bombebaran kir.

Çavkaniyên heremî ragihandin ku artêşa tirk a dagirker piştî nîvro navçeyê bombebaran kirin.

Di encama topbaranê de ziyan gihaşt mal û milxên şêniyên heremê.

Ji ber bombebarana dewleta Tirk şêniyên heremê nema diwêrin biçin nav erdên xwe.

Hikûmeta Iraqê beriya çend rojan ji bo êrîşên dewleta Tirk rawestinin taybet li bajaroka Batufa û Derkarê hêzên parastina sînor bi cih kiribû.

Lê dewleta Tirk tevê vê jî dîsa bajaroka Derkarê bombebaran kir.

Back to top button