Baroyên Wan û Enqere: Em ê cubbeyên xwe bişkovk nekin

Her çiqasî AKP û MHP dixwaze bi sîstema pir baroyan bêxe meryetê, lê li dijî vê yekê helwesta serokê Baroyan dewame.

Baroyên Wan û Enqereyê pêşnûmeya “Pir Baroyi” şermezar kirin. Baroyan daxuyanî dan û gotin: Em wekî nûnerên parastina serbixwe dê cubbeyên xwe bişkovk nekin.”

Baroya Wanê li dijî daxwaza AKP-MHP’ê ya pêşnûmeya “Pir baroyî” ku Komîsyona Edaletê erê kir, daxuyanî dan çapemeniyê.

Parêzer û rêveberên Baroya Wanê li pêş Edliyeya Wanê kom bûn û daxuaynî dan.

Parêzeran pankart û dowîzên “Dest nedin parastinê”, “Bijî parastin”, “Ji parastinê re azadî” û “Em daraza siyasî naxwazin” bilind kirin.

Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar, diyar kir ku ev pêşnûma li şûna pirsgirêkên parêzeran çareser bike, wê pirsgirêkan mezin bike û wiha got:

“Bi pergala Pir Baroyî dixwaze baroyan perçe bike.

Dixwazin baroyan bê tesîr bikin û baroyên girêdayî xwe ava bikin.

Dixwazin darazê siyasî bikin. lêgerîna maf û îtîrazê tune bikin.

Parêzeran bi dirûşmeyên “Parastin bêdeng nebû, wê bêdeng nebe”, “Em baroyên paralel naxwazin” û “Bijî berxwedana baroyan” berz kirin û dawî li çalakiyê anîn.

Li Enqereyê jî parêzerên girêdayî Baroya Enqereyê bi heman armancê li pêş Edliyeya Enqereyê meş li dar xistin.

Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan û parêzerên Baroya Enqereyê li koridora Edliyeya Enqereye meşiyan.

Parêzera di meşê de dirûşmeyên “Parastin bêdeng nema û wê bêdeng nemîne”, “Em natirsin û iteat nakin”, “Bi serê xwe xelasî nabe, an bi hevre an jî ne tu kes” berz kirin.

Piştî meşê Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan, anî ziman ku bi hefteyane dixwazin derdê xwe bînin ziman û wiha got:

“Bi hefteyan e em diyar dikin ku pir baroyî û perçekirina baroyan wê zerarek mezin bide Tirkiyê.

Niha dixwazin mijarê berovajî bikin.

Tu kesî li me guhdar nekir û daxwazên me qebûl nekirin.

Dixwazin bişkokan li cubbeyên me bixin.

Lê me tu carî ev yek qebûl nekiriye û em ê tu cari qebûl nekin.”

Piştre Erinç Sagkan baroyan bişkoka di destê xwe de avêt erdê.

Parêzeran daxuyanî bi dirûşmeya “Parastin bêdeng nebû û dê bêdeng nebe” bi dawî kirin.

Back to top button
Close
Close