Dewleta Tirk Hewlêr û Dihok jî di nav de li 37 cihan baregehên xwe ava kirine

Dagirkeriya dewleta tirk ya li ser xaka başûrê kurdistanê di nava bêhelwestiya hikumeta herêma başûrê kurdistanê de berfireh dibe.
Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê li wê yekê mikur hat ku li 37 deverên başûrê kurdistanê noqteyên xwe ava kirine.
Di nava van herêman de, Hewlêr, Dihok û Zaxo jî hene.

Dewleta tirk a dagirker ku xwe li hemberî desketiyên gelê kurd yê li başûrê kurdistan ranagire û bi hêrse, di meha hezîranê de dest bi êrîşa dagirkirinê ya berfireh kir.

Di êrîşa ku 15’ê Hezîranê, hat despêkirin de, di 17’ê Hezîranê de veguherî tevgera dagirkirinê.

Bê helwestiya hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta tirk, hişt ku êrîşên li ser herêmê zêde bibin.

Ragihandina Serokomariya Tirkiyê herî dawî li ser êrîşên xwe yên li başûrê Kurdistanê wêneyeke nexşeya herêmên dagirkirî weşand.

Di wêneyê ku li ser hesabê twitterê hatiye weşandin de, 37 herêmên başûrê Kurdistanê yên hatine dagirkirin heye.

Di nava vê nexşeyê de, hebûna baregehên dewleta tirk ya Hewler, Dihok û Zaxo jî heye.

Her çiqasî PDK dixwaze êrîşa dewleta tirk weke li dijî PKK’ê nîşan bide jî, lê di nexşeya ku ragihandina serokkomariya dewleta tirk weşandî de, qet qala navê Kurdistanê nehatiye kirin.

Herêma başûrê kurdistanê jî weke bakurê Iraqê nîşan daye.

Balkêşe ku piştî demekê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ev wêne ji ser hesabê xwe yê twîtterê rakir.

Artêşa Tirk li sînorê gundên Derkar û Batûfa yên Zaxoyê bi kûrahiya 15 heta 30 kîlometeyran ketiye nav axa Başûrê Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zebarî ji ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Tê payîn 3 lijneyên ku parlementoya herêma başûrê Kurdistanê ji bo şopandina dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê kurdistanê diyar kiribû, wê raporek çawa amade bike û her wiha wê hikumeta başûr jî helwestek çawa nîşan bide.

Back to top button