Li balafirxaneya Bexda şewat

Agir bi balafirxaneya Bexdayê ket, di nava 3 rojan de ev cara duyemîne agir bi balafirxaneyê dikeve.

Gorî agahiyan danê sihare şewat destpê kiriye û bandora xwe li termînala ‘Ninive’ salona VIP û gelek wesayitên li balafirgehê kir.

Sûdanî çû balafirxaneya Bexda

Serokwezîr Mûhammed Şîa El Sûdanî ji bo lêpirsîna li ser sedema şewatê hîn bibe çû balafirgehê.

Li gorî daxuyaniya Serokwezaretiyê, tîmên Parastina Sivîl şewata li termînala ‘Ninive’ vemirandine.

Hate ragihandin ku ji ber şewatê tiştek bi kesî nehatiye.

Di 15’e mehê de jî agir li beşeke balafirxaneyê ketibû û 3 kes bi sivikî birîndar bûbûn.

Back to top button