Serokomarê Libnanê careke din ne hat hilbijartin

Careke din Libnan bê serokomar ma.
Ji bo diyarkirina serokomarê 14. yê Libnanê, meclis cara 6’emîn civiya.
Lê ti berbijêran nekarî bi qasî pêwist deng bêne.

31’ê Cotmehê erka Serokomarê Libnanê Mişel Awn bidawî bû.

Ji bo diyarkirina serokomarê nû parlamento civiya.

Ji 128 parlamenteran 112 di rûniştinê de amade bûn.

Di hilbijartinan de Mişel Muavvad 43,

Îsam Xelîfe 7,

Ziyad Barûd 3 û Suleyman Franciye 1 deng sitandin.

58 dengên nederbasdar hatin bikaranîn.

Serokê Meclîsê Nebîh Bêrî piştî rûniştinê di daxuyaniyekê de diyar kir ku 7’emîn rûniştina hilbijartina serokomariya nû wê 24’ê Mijdarê de were kirin.

Meclisa Libnanê 29’ê Îlonê de yekem civîna xwe ji bo hilbijartina serokomarê nû li dar xist û di 5 civînên derbasbûyî de ti ji berbijêran dengên têra bijartinê negirtin.

Namzed ji bo ku bibin serok divê li Meclîsê ji sêyan duyê dengan bidest bixin.

31’ê Cotmeha 2016’an, di rûniştina 46’emîn a ku li Meclîsê pêk hat de Serokomarê berê Awn jî hate hilbijartin.

Back to top button