Rûsya bi moşekan li Ukraynayê da

Piştî çend hefteyan ji bêdengiya li herêma deryayê, îro bajarên Odessa û Dnîpro ên Ukraynayê bûn armana êrişa moşekên Rûs.
Li gorî rêveberiya Kievê, ji ber êrişê herî kêm 15 kes birîndar bûn û zerar li jêrzemîna herdû bajran bûye.
Di vê navberê de Warso û NATO teqez kirin ku moşeka li Polonyayê ketiye ji aliyê Ukraynayê ve hatiye avêrin.
Û vê yekê weke şaşîtiyeke teknîkî binav dikin.

Piştî demeke dirêj herêma Başûrê Ukraynayê dîsa bû armanca êrişên artêşa Rûsyayê.

Li gorî rayedarên Ukraynî, bajarên Odessa û Dnîpro ji aliyê moşekên Rûs ve hatim bombardimankirin.

Heman rayedaran diyar kir ku 2 moşek ji aliyê pergalan parastina azmanî ve hatine bê bandorkirin.

Di encama êrişan de 15 kes birîndar bûne û zerar li jêrzemîna herdû bajaran bûye.

Li aliyê din ji ber zêdebûna êrişên li dijî jêrzemînên Ukraynayê, rewşa jiyanê bi taybet li Kîevê giran dibe.

Ji ber vê dema qutkirina elektrîkê li bajêr hatiye zêdekirin.

Moşeka li Polonyayê ketî ji aliyê Ukraynayê ve hatiye avêtin

Di vê navberê de moşeka ku roja Sêşemê li xaka Polonyayê ketî hê jî di rojevê de ye.

Her çendî kêliya pêşî ya bûyerê, NATO û Ukrayna Mosko berpirsiyar nîşan dabin jî lê ev helwest hate guhertin.

Vê yekê rê li ber zêdebûna fikarên şerekî nû yê cîhanî vekir.

Lê paşê hem Warsow û hem jî NATO eşkere kirin ku moşeka li Polonyayê ketî ji aliyê Ukraynayê ve hatiye avêtin.

Berpirsên NATO û Polonyayê ragihandin ku îhtîmaleke mezin moşek bi şaşîtî hatiye avêtin.

Tevî vê yekê jî sekreterê NATO Stoltenberg hê jî îdîa dike ku Rûsyayê berpirsiyar e.

Back to top button