Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildana jin pêşengtiya wê dikin derbasî qonaxek nû bûye.
Girevên li nava welat û geşkirina agirê serhildanê, hikumeta Îranê tengav dike.
Doh careke din ji ber êrişên hêzên Îranê rojek bixwîn derbas bû.
Tê gotin di xwepêşandanan de 15 kes hatine kuştin.
Di 14’ê Îlonê de jina Kurd Jîna Emînî ji ber hinek derketina porê wê ji aliyê polîsên Hîcab ve rastî êrişê hat.
Piştî sê roj di nexweşxaneyê de ma jiyana xwe ji dest da.
Her çendî rejîma Îranê xwest kuştina Jîna Emînî wek mirinek asayî nîşan bide jî, lê malbat û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê vê yekê redkirin.
Di sibeha 17’ê Îlonê de welatiyan merasîmek berfireh li darxistin û bi dirûşmeyên dijî hikumeta Îranê, Jîna Emînî spartin axê.
Merasîma spartina axê bû destpêka xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.
Xwepêşandan û çalakî di demek kin de li seranserê Îranê belav .
Li gorî bilnaço û agahiyên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê belavkirî di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 342 kes hatine kuştin.
Ji van 43 kes temenê wan dibin 18 salî de ne.
Duh jî li gelek bajarên Kurdan û Îranê çalakî dewam bûn.
Di çalakiyên k bi xwîn derbaz bûn de, qala kuştina 15 kesan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê kirin.
Li bajarên Sine, Bokan, Seqîz, Kamyaran, Bane, Qurwe, Mihabad, Dîwandere, Kirmanşan, Îlam, Abdanan, Urmiye û gelek navçeyên din xwepêşandan û çalakî dewam bûn.
Li gorî Çalakvanên Mafê Mirovan û çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên şeva borî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji destdane.
Her wiha li ser asta Îranê jî li bajarên Tehran, Meşhed, Esfehan, Şîraz, Tewrêz, Kirman, Buşehr, Bender Ebas û gelek cihên din xwepêşandan dewam bûn.
Li bajarê Xoristan yê Îranê li gorî medyaya fermî ya hikûmetê ji aliyê du kesên li ser motorê ve gule li xwepêşanderan hatiye barandin û encamê de 7 xwepêşander hatine kuştin.
Lê heta niha ti aliyên serbixwe vê buyerê piştrast nekirine.
Li bajarê Semîromî ya Esfehanê wek medyaya fermî ya hikûmetê ragihandî herî kêm 3 xwepêşander hatine kuştin.
Li Esfehanê jî qala kuştina 2 endamên hêzên Besic û birîndarbûna 6 kesên din tê kirin.



