Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 62 roj in didomin

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfireh dibe.
Di roja 62’an de bi boneya salvegera xwepêşandanên 2019’an çalakî û girev hebûn.
Li beramberî vê yekê hêzên delweta Îranê careke din êriş kirin û komkujî pêkanîn.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de 62 rojin bi pêşengtiya jinan û ciwanan çalakî didomin.

Di sêyemîn roja salvegera xwepêşandanên bi xwîn yên sala 2019’an de, careke din li gelek bajaran çalakiyan û grev hatin destpêkirin.

Li hember van serhildanan hêzên dewletê hewil didin bi êrişan welatiyan asteng bike.

Çalakiyên bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berfereh dibin

Tevî zextê hêzên dewletê, duh bi şev jî li bajarê Sine, Mihabat, Merîwan, Seqiz û gelek deverên din gel dakete qadan û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ qêriyan.

Li bajarê Sine di çilrojiya cangoriyên serhildanan de, li goristanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Bavê yek ji çalakgerê bi navê Mihemed Hesenzade ku bi destê hêzên dewletê jiyana xwe ji dest da axivî û balkişand ser wêrekiya ku jinan di serhildanê de raber kirî.

Di heman demê de li ser asta Îranê jî çalakî û girevan dewam kir.

Li bajarên Tehran, Meşhed, Esfehan, Şîraz, Tewrêz, Kirman, Bender Ebas û gelek deverên din gel daketin qadan û dewleta Îranê pirotesto kirin.

Di çalakiyan de hêzên dewletê êrişî welatiyan kir û şer derket.

Hêzên dewleta Îranê komkujiyan dike

Li aliyê din, hate ragihandin ku dewleta Îranê li bajarê Îze komkujî pêk aniye û ji ber nebûna înternetê heta niha agahiyên zelal nehatiye girtin.

Di dîmenan de jî xuya dibe, hêzên dewletê bi çekan êrişî dike û komkujiyan pêk tîne..
hmû7bide

Taybet jî hêzên dewleta Îranê ji ber jin pêşengtiya van çalakiyan dikin, wan dike hedef.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê greva giştî pêk hat

Di heman demê de, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê careke din welatiyan dikanên xwe venekirin û tevlî girevê bûn.

Back to top button