Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir beriya avabûna PKK’ê gelê Kurd bûbû gelekî ku nasnameya xwe vedişart û got:
“Lê a niha bûye nasnameyeke ku mirovayetiyê ronî dike.
Îro dinya dibêje jin, jiyan, azadî. Ev hemû tişt bi têkoşînê pêk hatin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 45’an a avabûna PKK’ê pirsên ANF’ê bersivand.
Dûran Kalkan ewil cejna partiyê li hemû gerîlayan, gel û bi taybetî li Rêber Apo pîroz kir û wiha got:
Kalkan: Em bi pêşengiya berxwedana li Îmraliyê dikevin saleke nû
“Ez di şexsê hevrê Hakî Karer de şehîdên leheng ên 50 salan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim.
Em bi berxwedaneke mezin ya bi pêşengiya Îmraliyê dikevin salvegera 45’emîn a partiyê.
Li tevahiya Kurdistanê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê heye.
Em bi berxwedaneke layiqî rastiya PKK’ê dikevin sala 45’an. ”
Kalkan bi lêv kir ku PKK tevgera gel e, tevgera jin û ciwanan e û got:
“PKK tevgereke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin û mezinkirin.
Lewma em jê re dibêjin Tevgera Rêbertî û şehîdan.”
Dûran Kalkan: PKK’ê gelê Kurd anî asta hêzeke rêxistinbûyî
Kalkan diyar kir ku beriya avabûna PKK’ê gelê Kurd bûbû gelekî ku nasnameya xwe vedişart û wiha domand:
“Lê a niha bûye nasnameyeke ku mirovayetiyê ronî dike. Îro dinya dibêje jin, jiyan, azadî.
Bi Kurdî sloganan berz dike û ev hemû bi têkoşînê pêk hatin.”
Kalkan da zanîn ku li Kurdistanê qirkirina çandî û fîzîkî hebû û got::
“Di 15’ê Tebaxa 1984’an de pêngava gerîla ya ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê li hemberî vê pêş ket.
Ev xeta parastinê heta roja îro didome.
Berxwedana gerîla ya ku îro li Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên din ên Kurdistanê dewam dike, li ser vê bingehê ye.
Serdestiya dijmin şikand, civaka Kurd hişyar û perwerde kir, nasname, rûmet û îrade avakir û bi rêxistin kir. ”
Kalkan: Divê têkoşîna çekdarî ya PKK’ê weke afirandina şoreşê were dîtin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan êrişên li ser gelê Kurd yên ji aliyê dagirkeran bi bîr xist û got:
“Ger kesên ku bibêjin bila ev şerê çekdarî nebe, em siyasetê bikin, ez ê tenê bibêjim ku nezan e.”.
Yên ku 50 sal in gotinên wan li derewê qelibî û yên ku xeletbûyîna wan derket holê, hê jî heman gotinê didomînin.
Divê têkoşîna çekdarî ya PKK’ê weke hêza afirandina şoreşa azadiyê ya mezin, avakirina civaka demokratîk û pêşxistina jinên azad bê dîtin.”