HPG: Dagirkerên li Girê FM bûn armanca lêdana Gerîla

Gerîlayên HPG’ê li qada Girê FM bi çekên giran li hêzên artêşa Tirk dan.
Ji ber çalakiyên gerîla hêzên artêşa Tirk li gelek qadan nekarî pêşde biçin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê rewşa dawî ya li qadên şer parve kir.

Li gorî daxuyaniyê;

14’ê Mijdarê hêzên artêşa Tirk hewl dan li qada Girê FM rê çêbikin.

Ji ber destwerdana gerîlla ev yek hat astengkirin û leşkerên Tirk neçar man paşde biçin.

Roja 15’ê Mijdarê jî li heman qadê, erebeyeke çêkirina rê ya artêşa Tirk bû armanca lêdana gerîlayên jin.

Piştî vê bersivdayîna hêzên dagirker ji bo caran duyemîn neçar man paşde biçin.

16’ê Mijdarê hêzên dagirker ên li derdora Girê Cûdî bûn armanca lêdana gerîlla.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk jî ev agahî parve kirin:

Roja 16’ê Mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê careke din bi çekên qedexekirî hatin bombardimankirin.

Back to top button