Şengalî bi çalakiyên cuda tevlî pêngava Azadiya Rêber Apo dibin

Pêngava xwendina ramanên Rêber Ocalan li Şengalê berdewam e.
Ev pêngav di çarçoveya hemleya giştî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de hatiye destpêkirin.
Êzidî û pêkhateyên din ên Şengalê dibêjin ku ew ê xwe bi fikrê Rêber Ocalan biparêzin û birêxistin bikin.

Li Şengalê Êzdî û gelê Ereb bi çalakiyên curbecur beşdarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin.

Herî dawî di bin dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wir im’ pêngava xwendina ramanên Rêber Ocalan hatibû destpêkirin.

Ev pêngav bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê hat destpêkirin.

Li Şengalê pêngava xwendina parêznameyên Rêber Apo

Bi heman armancê 21’ê Çile li Şengalê hefteya xwendina ramanên Rêber Apo li Xanesor, Sinûn, Digur, Duhla, Borik, Guhbel û Zorava her wiha di nava gundên Ereban de jî heft rojan dewam kir.

Pêngava xwendina ramanên Rêber Ocalan duh êvarî bi xwendina parêznameyan li Serdeşta çiyayê Şengalê bidawî bû.

Endamên sazî û rêxstinên Serdeştê li şaredariya gel li parêznameyên Rêber Apo guhdar kirin piştre jî nîqaş û nirxandin kirin.

Pêngava xwendina parêznameyên Rêber Apo li Serdeştê bi dawî bû

Di dawiya kombûnê de Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir axivî û got:

“Piştî naskirina fikrê Rêber Ocalan jina Êzidî hêz girt, xwe û civaka xwe parast.

Rêber Apo dibêje pêwîste tu kes koletiyê qebûl neke, divê em jî jibîr nekin.

Piştî naskirina vî fikrî şoreşgerên civaka Êzidî derketin û ciyayê Şengalê parastin, pêwîste tu kes vî tiştî jibîr neke.

Cîhan hemû jî li dijî me bisekine, em li ser vî fikrî xwe perwerde dikin û emê civaka xwe biparêzin.

Em dibêjin serkeftin ji civaka Êzidî re, azadî ji Serokatî re û xweserî ji Şengal re.”

Civîn bi dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bidawî bû.

Li Swîsreyê banga azadiya Rêber Apo hate kirin

Back to top button