Rêxistina UNICEF: Ji bo zarokên Lîbyayê bighêjin lihevkirinekê

Rêxistina UNICEF’ê ji ber koçberî û leşkerkirina zarokan hişyarî da û ji aliyên kongreya Berlînê xwest ku, ji bo zarokan bighêjin çareseriyê.

UNICEF’ê diyar kir ku, raporên leşkerkirina zarokan dighêje ber destê wan û rewşa wan li Lîbyayê aloz e.

Di heman demê de, da zanîn ku heta niha ji wan 90 hezar zarok, bi giştî 150 hezar kes ji ber şer koçber bûne.

Her wiha destnîşan kir ku, bi qasî 200 hezar zarok jî ji perwerdeyê dûr ketine.

Leave a Reply

Back to top button