3. Konferansa Komîteya Aboriya Jin hat lidar xistin

Konferansa 3’emîn a Komîteya Aboriya jin a Kongra star bi biryarên girîng ji bo avakirina civakek aboriya komînal bi dawî bû. Di Konferansê de hate zanîn ku dê bi pêşengtiya Komîteya Aborî ya Kongra Star meclisa aboriya jin were avakirin.

Komîteya Aboriya Jin a yek ji komîteyên bingehîn a Kongra Star e.

Komîteya Aboriya Jin di sala 2015’an de bi pêşengiya yek ji pêşengên Têkoşîna azadiyê şehîd Delal Nûrhak hat avakirin.

Armanc jê avakirina jiyan û xebatek komûnal a jinan ku karibin di riya wê re kar û xebat bimeşînin.

Di nav 2 salan de Komîteyê pirojeyên dirûnxane, karê destan, firoşgeh, werşeyên mobîliya star, avakirina tenûran, xwedîkirina pez, meştel, komkirina gihayên xwezayî , çandiniya genim û pirojeya semada xwezayî, bipêş xistiye.

Komîteya Aboriya Jin bi dirûşma “Em bi pêşengiya jina azad aboriya civakê bipêş bixin û serkeftina şerê gel ê şoreşgerî mîsoger bikin” Konferansa xwe ya 3’emîn lidar xist.

Konferans bi beşdarbûna 300 delege pêk hat.

Di Konferansê de pêşengehek ji karê destan, cil û bergên kurdî, amûrên kevnar û dîrokî hatibû vekirin.

Berdevka Kongra Star a Rojava Remziye Mihemed di konferansê de axivî û destnîşan kir ku avakirina Komîteya Aboriya Jin yek ji berhemên keda şehîd Delal Nûrhak e.

Piştî nîqaşên girîng ên li ser kar û xebatên dû salan, plansaziya xebatên dû salên pêş hat derxistin.

Di pilansaziyê de hate gotin:

Dê akademiyek birdozî ya bi navê Delal Nûrhak bê vekirin.

Dê xebatên kooperatîfan bê bipêşxistin.

Ji bo pêşxistina kar û xebatê em ê gelek kar û xebatan bikin.

Konferansa 3. a Komîteya Aboriya Jin bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku dê bi pêşengtiya Komîteya Aborî ya Kongra Star meclisa aboriya jin were avakirin.

Back to top button