93 rojin rojnamevan û edîtorê ajansa me Silêman Ehmed ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin.
Ajansa Rojnewsê di derbarê çarenûs û revandina Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê lidarxist.
Ajansa Rojnewsê got: “Berpirsyartiya ewlehî û jiyana Silêman Ehmed li stûyê PDK’ê û desthilatdarên Herêmê ye”
93 rojin rojnamevan û edîtorê ajansa me Silêman Ehmed ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin.
Ajansa Rojnewsê di derbarê çarenûs û revandina Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê lidarxist
Di civîna çapemeniyê de daxuyaniya li ser navê Rojnews’ê ji aliyê Hawrê Karwan ve hat xwendin.
Daxuyaniya ajansa Rojnewsê bi vî rengî ye;
“Ev 93 rojin edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed li deriyê pîşxabur ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin û winda kirin.
Heta niha jî ne me nejî malbata wî ti zanyariyek li ser çarenûsa wî wernegirtiye.
Di dema borî de tevî gelek hewldanên me û malbata wî, me agahî jê negirt.
Heta rê nedane ti parêzerek wekaleta Silêman Ehmed wergire û kar li ser dosya wî bike.”
“Ji bo agahî girtina ji Silêman Ehmed me serî li hemû rêyên yasayî da”
Rojnewsê di berdewamiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku hewildan û daxwazên berdana Silêman zêde ne û domand: “Di nava 93 rojan de em wek Ajansa Rojnews, tîma parêzerên wî û malbata wî me serî li hemû rêyên yasayî û medenî da ji bo çarenûsa wî eşkere bibe û bê berdan.
Gelek sazî û dezgehên din ên cûda li dijî revandina û windakirina Silêman Ehmed helwest nîşandan.
Herî dawî tîma parêzerên rojnamevan Silêman Ehmed dosya pêşkêşî UNAMI kirin û Serokê UNAMI jî ragihand ku haya wan ji doza wî heye û dê hikûmeta Başûrê Kurdistanê neçar bikin ku hemû mafên wî yên yasayî dabîn bikin û dê di zûtirîn dem de serdana wî bikin.”
Rojnews: PDK ji jiyana Silêman Ehmed berpirsyare
Di dawiya daxuyaniya Rojnewsê de wiha hat gotin:
“Em tekez dikin ku Silêman Ehmed bê suce.
Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên Herêmê ye.
Em dev jê na berdin û her roj îsrara me wê zêdetir bibe.
Divê demil dest û bê şert û merc, Rojnamevan Silêman Ehmed were berdan.”
Rojnamevan Silêman Ehmed 92 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin